QSD: Dewleta Tirk herêmên sivîlan topbaran dike

Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê ragihand ku, hemwextî êrîşên Dewleta Tirk li ser herêmên sivîlan, tevgera şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê li Dêra Zorê zêde dibe.

Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya QSD’ê, artêşa Tirk û çeteyên wê gundên Raşidiyê, Bab û derdorê wê yên Til Temirê bi dijwarî topbaran kirin.

QSD’ê diyar kir ku, li Eyn Îsayê jî dagirkeran gundên Um Hiwêş, Kor Hesen, Xirbit Beqar, El-Dibis, El-Xaldiyê û xwaringeha Seqir a nêzî gundê Xaldiyê topbaran kirin û ziyan gihaşt mal û milkên sivilan.

Berxwedana Rûmetê
QSD’ê li Dêra Zorê hewldana êrîşekê DAIŞ”ê têk bir

Her wiha QSD’ê da zanîn ku Li Dêra Zorê jî, şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê, bi operasyoneke Hêzên Erka Xweparastinê hatin girtin.

Leave a Reply

Back to top button