Şerê ji bo kontrolkirina bajarê Sêrtê berdewam dike

Şerê navbera hêz û komên hikumeta Wîfaqê û artêşa niştimanî ya Lîbyayê ji bo kontrolkirina bajarê Sêrtê li dar e.

Berdevê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê, Ehmed el-Mismarî duh ragihand ku hêzên wan di nava 3 saetan de, bajarê Sêrtê bi temamî bi dest xist.

Lê serokê koma hevpeywendiyan ê Rûsî Lev Dengov ji Sputnikê re ragihand ku hikumeta Wîfaqê dîsan nuqteyên navborî yên li bajarê Sêrtê kontrol kirin.

Dengov diyar kir ku hêzên Wîfaqê her wiha 50 leşkerên artêşa Lîbyayê kuştin û bi dehan leşker dîl girtin.

Destwerdana Tirkiyê ya Lîbyayê
“Wê şandeyek ji bo rêlibergirtina herikîna çeteyan were avakirin”

Duh jî Konseya Ewlekariyê ji bo rewşa Lîbyayê ya dawîn civiya.

Li gorî el-Erebiya el-Hedes jî, wê şandeyekê navdewletî ji bo hew çeteyên dewleta Tirk biherikin Lîbyayê were şandin.

Her wiha, hinek welatên Ewropî pêşinyar kir ku hêzên parastina aştiyê li gelek herêmên Lîbyayê werin belavkirin.

Leave a Reply

Back to top button