Mark Esper: Ti biryar ji bo vekişîna ji Iraqê tune ye

Pentagona Emerîkî peyama Artêşê derewand û ragihand ku, “ti biryra vekişîna hêzên wan ji Iraqê tine ye”..

Piştî ku Artêşa Emerîkî bi nameyekê ji Fermandariya Operasyonên hevbeş xwest hêzên xwe vekişînin, Wezîrê Parastinê Mark Esper diyar kir ku, “peyama ji hêla General Wiliam Seely ve hatiye, ne piştrast e û plana wan a vekişînê tine ye”..

Ev nakokî piştî daxwaza Perlemana Iraqî ya deketina hêzên biyanî ji Iraqê derdikeve holê.

Her wiha berdevkê Artêşa Iraqê Ebdulkerîm Xelef ragihand “ew girêdayî biryara parlamena Iraqê ya ji bo derxistina hêzên biyanî yên di nava xaka Iraqê de ne”.

Di heman demê de Esper teqez kir ku “li gorî qanûnên şerê çekdarî ne dûr e deverên çandî yên Îranê werin aramncgirtin”.

Leave a Reply

Back to top button