Ji bo Refahê hewldanên çareseriya siyasî

Komara Afrîkaya Başûr bi lezgîn serî li Dîwana Edaletê ya Navneteweyî (ICJ) ku saziya dadwerî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) kir.
Hikumeta Afrîqaya Başûr xwest ku lêkolînan bike bê operasyonên leşkerî yên Îsraîlê yên li Refahê li gorî hiqûqa navneteweyî qanûnî ne yan na.
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres hişyarî da ku êrîşeke muhtemel a li herêmê dê “encamên wêranker” hebe.

Roja sêşemê ji aliyê hikumeta Afrîqaya Başûr daxuyaniyek hat dayîn.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Refah ji bo Filîstiniyên li Xezayê xala dawî yê penaberiyê ye.

Hikumeta Afrîqaya Başûr hişyarî da ku êrîşên li Refahê dê bibe sedema kuştin û wêraniyeke mezin.

NY: Em ê beşdarî valakirinên bi zorê nebin

Ji aliyê din ve Neteweyên Yekbûyî bersiva banga Îsraîlê ya ji bo rêxistinên li herêmê kar dikin da ku beriya êrîşa plankirî ji Refahê sivîl bên derxistin.

Ofîsa Koordînasyona Karên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA) ragihand ku ew ê beşdarî derxistina bi zorê ya Filistîniyan ji Refahê ya li başûrê Şerîda Xezayê nebin.

Di medyaya Amerîkî de, ku li ser bingeha rayedarên Misirê ye, hate ragihandin ku Îsraîl pêşniyara avakirina bajarên konên bi kapasîteya mezin kiriye da ku nifûsa li bakurê Refahê were derxistin.

Berdevkê ofîsê OCHA’yê Jens Laerke diyar kir ku hikûmeta Îsraîlê têkildarî mijarê ti têkiliya fermî nedaye û got:

“Bi her awayî em ê nebin parçeyek plana koçberkirina bi darê zorê.”

Guterres: Dê encamên êrîşan wêranker be

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres hêvî kir ku danûstandinên agirbestê yên di derbarê şerê Îsraîl û Hemasê de serkeftî bin da ku pêşî li êrîşa Îsraîlê ya li Refahê bê girtin.

Guterres hişyarî da ku êrîşeke muhtemel a li herêmê dê “encamên wêranker” hebe.

Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê ya li Xezayê, di êrîşên ku Îsraîlê li herêmê piştî êrîşên Hemasê yên 7’ê cotmehê da destpêkirin de hejmara kesên mirin derket 28 hezar û 473’an.

Li gorî daneyên wezaretê piraniya kesên jiyana xwe ji dest dane jin û zarok in.

Back to top button