Wê li Misirê derbarê fikrê Rêber Apo de panelek bê lidarxistin

Li Bajarê Kahîrê yê Misirê wê bi boneya 4’ê Nîsanê roja dayîkbûna Rêber Apo Semînerek were lidarxisitn.

Semîner ji aliyê pirofesor û dr. Mihemed Rifet El Îmam, Hevserokê zanîngeha Kobanê Şervan Muslim, nivîskar û kordînatorê Insiyatîfa erebî Îlhamî El Milîcî û hejmarek ji akademîsyenên kurd û ereb wê bê lidarxistin.

Insiyatîfa erebî ya ji bo azadiya Rêber Ocalan û Akademiya Rêber Abdullah Ocalan ya Zanistên Civakî wê semînerê bi rêya Zoom’ê li dar bixin.

Parêzerê Rêber Apo Mazlûm Dînç jî di nav de gelek mêvan jî wê derva bi rêka zoom beşdarê panelê bibin.

Semîner wê di derbarê fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan, berhemên wî yên fikrî û bi taybet paradîgmaya ku di 5 parêznameyên xwe yên dawî de ku li zindana Îmraliyê nivîsandine de be.

Semîner wê ji aliyê nivîskar û rojnamevanê Misrî û kordînatorê Insiyatîfa Erebî Îlhamî El Milîcî ve were birêvebirin.

Wê di semînerê de li ser 14 sernava ku fikrê Rêber APo pêk tê axaftin bên kirin.

KCK: 4’ê Nîsanê ji bo Kurdan roja jinûve vejînê ye

Back to top button