KCK: 4’ê Nîsanê ji bo Kurdan roja jinûve vejînê ye

Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê bi boneya 4’ê Nîsanê Rojbûna Rêber Apo daxuyaniyek da û got:
“4’ê Nîsanê ji bo gelê Kukrd mizgîniya jinûve vejînê ye.
Em bang li tevahiya gelê xwe yê welaparêz dikin ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Apo û misogerkirina azadiya wî têkoşînê mezintir bikin û çalakiyên hîn bi bandor pêk bînin.”

Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê bi boneya 4’ê Nîsanê Rojbûna Rêber Apo daxuyaniyek da.

KCK’ê diyar kir ku 4’ê Nîsanê ji bo gelê Kurd mizgîniya jinûve vejînê ye û got:

“Rêber Apo hişt ku gelê Kurd xwe bigihîne koka xwe ya dîrokî û nasnameya xwe ya ji dest dayî.

Gelê me li gel hovîtiya qirkirinê ya giran, berdêlên mezin da ber çavên xwe û ev têkoşîn her roj mezintir kir.

Ji ber ku fêhm kir ku xeta Rêber Apo yekane rêya rizgariyê ye û jê bawer kir.

Ruhê ku Rêber Apo da gelê Kurd, bû ruhê demokrasiyê, ruhê azadiyê, ruhê biratiya gelan.”

KCK: Tezên azadiya jinê yên Rêber Apo rêya jinên Kurd hîn bêhtir ronî dike

KCK’ê anî ziman ku tezên azadiya jinê yên Rêber Apo rêya jinên Kurd hîn bêhtir ronî dike û got:

“Asta îradeyî ya bilind a ku jinên Kurd ji aliyê siyasî, leşkerî û civakî ve afirandine, li hemû aliyên Kurdistanê hem li nava jinên Kurd hem jî li nava jinên ji gelên cîran hişyarî û hişmendiyeke cidî bi xwe re tîne.

Hêza ti dewletê têrê nake ku vê hişyarbûn û hişmendiyê, îradeya azadiya jinê bitepisîne.

Em vê yekê di sekna berxwedêr ên jinên Kurd de dibînin ku li dijî polîtîkayên dijminatiya li jinê ya rejîma faşîst a AKP-MHP’ê ya mêtinger qirker a li Tirkiyê tê nîşandan.

Her wiha di şerê dijî çeteyên DAÎŞ’ê yên dijminê mirovahiyê de em vê yekê di berxwedana jinên Rojavayî de dibînin.”

KCK: Xwedîderketina li Rêber Apo xwedîderketina li nirxên azadiyê ye

KCK’ê destnîşan kir ku di fikrê Rêber Apo de cihê faşîzm, nijadperestî, neteweperestî, zayendîperestî, neheqî û bê exlaqî nîne û wiha domand:

“Xwedîderketina li Rêber Apo xwedîderketina li nirxên azadiyê ye.

Armanca me misogerkirina azadiya Rêber Apo ye.”

KCK: Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em ê têkoşînê bilind bikin

KCK’ê di dawiya daxuyaniya xwe de wiha got:

“Em bang li tevahiya gelê xwe yê welaparêz dikin ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Apo û misogerkirina azadiya wî têkoşînê mezintir bikin û çalakiyên hîn bi bandor pêk bînin.”

TEV-DEM: 4’ê Nîsanê ji bo gelên bindest hêvî ye

Back to top button