Artêşa Amerîkî: 2 serçeteyên DAIŞ’ê li Sûriyê hatin kuştin

Artêşa Amerîkî ragihand ku, bi operesyonek hevbeş a hêzên QSD’ê û Koalîsyona Navdewletî du serçeteyên DAIŞ’ê li Dêra zorê hatin kuştin.

Fermandariya Artêşa Amerîkî bi daxuyaniyekê diyar kir ku 17’ê Gulanê serçete Ehmed Îsa Ismaîl El-Zawî û Emhed Ebd Mihemed Hesen El-Cixêfî di opersyonekê de li Dêra zorê hatin kuştin.

Li gorî daxuyaniyê serçete El-zawî yê bi navê Ebû Elî El-Bexdadî waliyê DAIŞ’ê li bakurê Bexdayê bû û berpirsê fermandayîna çeteyan bû.

Serçete El-Cixêfî jî, ku bi navê Basim Ebû Omer dihat nasîn, berpirsekî mezin ê lojîstiya çeteyan û şandina çek û mayînan bo sûriyê û Iraqê bû.

Amerîka diyar kir ku koalîsyona Navdewletî wê operesyon û tekoşîna li dijî DAIŞ’ê li Sûrî û Iraqê bidomîne.

Ji xwe berî niha jî, pergala Îstîxbarata Iraqî ragihandibû ku wan, bi hevkariya QSD’ê, serçeteyê bi navê “Ebdulnasir Qerdaş”, girt.

Tê zanîn ku Qeredaş, tiliya wî di êrîşên li ser Kobanê û Baxozê de hebû.

Back to top button