Li Brukselê trafîka civînan

Li Brukselê trafîkek zêde ya danûstandinan heye. Tenê doh civîna NATO, G7 û lîderên YE pêk hat. Ji bo Ûkrayna hewildanek zêde ya dîplomasî heye. Ev danûstandin îro jî despêkir. Her çiqasî lîderên Ewropa di mijara cezayên li ser gaza xwezayî ya Rûsyayê de li hev nekirin, jî lê dîsan gefa xwe xwarin. Di vê navberê de, Serokê DYA Biden ragihand ku wan li ser şandina 15 milyar metrekup gaza xwezayî ya hîn zêdetir ji bo YE li hev kirine.

Di demekê ku Ûkrayna doh meha xwe ya yekem ji êrişa Rûsya ya li ser welat dejî dikir de, bi mazûvaniya Brukselê 3 civîn pêk hatin.

Di Lûtkeya Lîderan a Yekîtiya Ewropayê (YE) de, dema fona ji nûve avakirinê ya ji bo Ûkraynayê hat diyarkirin, ji civînên NATO û G7’ê peyama “Şer tavilê rawestînin” ji Rûsyayê re hat şandin.

Di roja yekem a lûtkeya lîderên YE de ku îro jî dewam dike, nîqaş heta nîvê şevê dewam kirin.

Di belgeya ku hat weşandin de hat diyarkirin ku ji bo xebatên ji nûve avakirinê yên piştî şerê li Ûkraynayê bê bikaranîn dê foneke hevgirtinê bê avakirin û ji bo vê fonê hevkarên navneteweyî hatin vexwendin.

Ji bo fînansekirina fonê konferansek navneteweyî tê pêşbînîkirin.

Tê plankirin ku ev fon di serî de ji bo karkirina saziyên li Ûkraynayê, ji bo pêwistiyên parastin û alîkariyên lezgîn ên li dijî Rûsyayê, û ji bo ji nûve avakirin û berhemên mezin di demek dirêj de were bikar anîn.

Di mijara ambargoyê de nêrînên cûda derket

Di dawarê pêkanîna cezayên li ser gaza xwezayî de, lîder negihiştin biryareke hevpar.

Welatên YE ku di warê enerjiyê de bi giranî bi gaza xwezayî ya Rûsyayê ve girêdayî ne, balê dikişînin ser wê yekê ku cezayên li dijî Rûsyayê divê ji bo wan bandorê nekin.

YE ji sedî 90 gaza xwezayî ya ku ji bo hilberîna elektrîkê, germkirin û pîşesaziyê tê bikaranîn ji derve digre.

Rûsya ji sedî 40’ê hewcedariya gaza xwezayî û ji sedî 25’ê hewcedariya petrolê ya Ewropa pêk tîne.

Biden: Me li ser şanida 15 milyar metrekup gaza xwezayî ya zêdetir lihev kir

Piştî vê yekê çav zivirîn li ser Waşîngtonê.

Serokê DYA Joe Biden û Seroka Komisyona YE Ursula von der Leyen îro bi daxuyaniya çapemeniyê ragihandin ku wan li ser şandina hîn zêdetir ya 15 milyar metekup a gaza xwezayî li hev kirine.

Bi vê yekê re hewl tê dayîn, girêdana neçarî ya welatên YE bo Rûsya were kêmkirin.

Zelensky hêrsa xwe û spasiya lîderên ye kir

Serokomarê Ûkraynayê Volodymyr Zelensky ku bi rêya vîdeokonferansê beşdarî Lûtkeya Serokên YE bû, spasiya wan kir û got:

Ger ev gav berê bihatana avêtin, diviyabû Rûsya berî êrîşê du caran bifikiriya.

Zelensky yê xwest serlêdana welatê wî ya ji bo endamtiya YE bi lez bê nirxandin û ev tişt anî ziman:

“Va ye, ez ji we rica dikim. Dereng mekin. Ev ji bo me firsend e.”

Back to top button