HPG’ê: Li herêma Zapê leşkerekî Tirk hat cezakirin

Gerîlayan li herêma Zapê bi çekên giran li leşkerên Tirk ên dagirker xistin. Di çalakiyê de leşkerek hate kuştin, 2 çeper jî hatin rûxandin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyê de daxuyaniyek da û ev agahî parve kir:

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de , 24’ê Adarê li Zapê hêzên me ji 2 baskan ve bi çekên giran li dagirkerên li Kela Bêdewê xistin.

Di vê çalakiyê de herî kêm dagirkerek hate cezakirin û 2 çeperên dagirkeran hatin rûxandin.

Ev çalakî di şexsê şehîdên me yên Hefteya Lehengiyê de ji bo bîranîna lehengên nemir ên Kurdistanê hemûyan hatiye kirin.”

Her wiha HPG’ê diyar kir 24’ê Adarê qadên bi ser herêma Zapê, Xakurkê û Metînayê bi hawanan û bi balafirên şer hatin bombebarankirin.”

Back to top button