Her ku diçe dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li ser herêmê zêde dike. Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran êrişî bendava şehba û gundên Şehba û Eyn Îsayê kirin.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyê wê beriya niha bi çend saetan bi obîs û doçka êrişî gundên Hirbil, Samûqa, Um El Hoş û benda Şehbayê kirin.
Her wiha dagirkeriya Tirk û çeteyên wê gundê Mielek, Kampa Eyn Îsa û rêya M4 jî bi dijwarî topbaran kirin.