Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê encamên 24 saetên dawî eşkere kir.
Li Tebqayê jî Şaredariya Gel pêngaveke paqijkirinê li sazî û navenda bajar da destpêkirin.
Îro Desteya Tenduristiyê ya bakur û rojhilatê Sûriyê ragihand ku 179 kesên din bi vîrûsa Coronayê ketine.
Desteyê diya rkir 15 kesan jiyana xwe ji dest dan û 5 kesên ku pêketibûn jî baş bûne.
Bi van daneyan re, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta niha 35 hezar û 998 kes bi Coronayê ketine, hezar û 379 kesan jiyana xwe ji dest daye û 2 hezar û 463 kes baş bûne.
Şaredariya Gel a Tepqayê dest bi pêngaveke paqijkirinê kir
Li aliyekî din jî li bajarê Tepqayê, Şaredariya Gel dest bi pêngaveke paqijkirinê li saziyên sivîl û leşkerî, navendên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, sûkên bajêr û kolanên sereke kir.
Derbarê mijarê de endamê rêvberiya Beşê Paqijiyê yê Şaredariya Gel a Tebqayê Basil Şeaban axivî û diyar kir ku pêngav wê di dirêjahiya dema qedexeya derketina giştî de bidome.