Tirkiye..Ji ber hashtaga “Mirî ye” 30 kes ketin ber lêpirsînê

Ji doh ve dîmenek şefê rêjîma Tirk Erdogan li ser platformên tevna civakî digre.
Dîmen nîşan dide ku Erdogan çawa bi darê zorê dimeşe.
Bi hezaran kesên lê temaşe kirin jî bi Hashtaga “Mirî ye” ev dîmen şîrove kirin.

Dîmen ji merasîmeke Koşka serokatiya Tirkiyê hatine kişandin.

Li vir xuya ye ku Erdogan nikare xwe zêde li ser piyan bigre û bi darê zorê gavan davêje.

Piştî ev dîmen belav bûn, li ser hesabên tevna civakê Tagên binavê “Mirî ye” hatin belavkirin.

Di beşeke şîroveyan de jî hate gotin, rewşa tendirûstiyê ya Erdogan pir giran e.

Li ser vê yekê Rêveberiya Giştî ya Polîsan dest bi operasyonê kir.

Rêveberiyê îdîa kir ku kesên beşdarî tagê bûne heqaret li kesayeta Erogan kirine û ji be rvê bi dehan kes ketin ber lêpirsînê.

Back to top button