Qonaxa 1 û 2 a oparasyona Ewlehiyê: 351 DAIŞ’î hatin girtin

Li Kampa Holê beriya niha jî 2 oparasyonên “Mirovî û Ewlehiyê” pêk hatibûn.
Di wan oparasyonan de, 351 DAIŞ’î hatibûn girtin.
Di nava wan de, çeteyên di nava kampê de sivîl dikuştin û tevna DAIŞ’ê birêxistin dikirin jî hebûn.
Her wiha bi dehan çek û madeyên teqemeniyê jî hatibûn dîtin.

Ji bo ewlehî û aramiyê, Hêzên Asayîş, Hêzên Sûriya Demokratîk QSD û Yekîneyên Parastina Jin YPJ hertim li kêleka têkoşîna li dijî şaneyên DAIŞ û êrişên dewleta Tirk a qirker, çavek wan li ser Kampa Holê ye.

Beriya niha jî 2 caran operasyon hatibû lidarxistin.

  • Operasyona 1

28’ê Adara 2021’an Yekemîn oparasyona “Mirovî û Ewlehiyê” li Kampa Holê hate despêkirin.

Operasyona ku 5 rojan dewam kirî, 2’ê Nîsanê bi dawî bû.

Bêtirî 5 hezar şervan tevîlî operasyonê bûn.

Di pêvajoya yekemîn de 125 çeteyên şaneyên DAIŞ’ê hatin girtin.

Ji wan,

20 çete berpirsên bûyerên kuştinê bûn.

Her wiha di operasyonên lêgerînê de, gelek pêdiviyên leşkerî û madeyên teqemeniyê hatin dîtin.

Tevî operasyon û xebatên lêgerînê yên di nava kampê de, dewleta Tirk a dagirker êrişî herêmê kir.

Ev yek bû sedem ku şervan careke din ji bo aramiya giştî a herêmê dest bi girtina tedbîran bikin.

  • Operasyona 2.

Piştî vê bi salekê despêka 2022’an heta 25’ê Tebaxa heman salî şaneyên DAIŞ’ê û malbatên wan 43 êriş kirin.

Di nava wan de 44 niştecihên kampê bi kêr û çekan hatin kuştin.

Ji wan 14 jin û 2 jî zarok bûn.

Her wiha çeteyên DAIŞ’ê 13 caran hewl da niştecihên kampê birevînin.

Piştî vê yekê oparasyona 2. ya 24 rojan dewam kirî, 25’ê Tebaxa 2022’an despê kir.

Di encama lêgerînên li nava kampê de, gelek noqte û cihên çeteyên DAIŞ’ê yên ku fikrê tundraw nava zarokan belav dikirin hatin tûnekirin.

Her wiha li dijî koma “Hisbê û Eşbalên El Xîlafe” operasyon li dar xist, gelek berpirsên wê hatin girtin.

Di wê pêvajoyê de, YPJ’ê 2 jinên ciwan ên êzidî ji destê jinên DAIŞ’ê xilas kirin.

YPJ’ê, 4 jinên ku bi zincîran hatibûn girêdan û îşkence li wan hatibû kirin, xilas kirin.

Her wiha di pêvajoya duyemîn de, 226 kes hatin girtin.

Di nav de 36 jin hebûn ku tevlî bûyerên kuştin û tirsandinê bûbûn.

25 tunel û xendek hatin dîtin û gelek çekên navîn û sivik hatin desteserkirin.

Back to top button