Şêwekar Hisên Elî 75 wêneyên Rêber Apo li ser textan neqiş kirine

Şêwekarê bi navê Hisên Elî ji gundê til Zîwanê yê bajarê Qamişloye, wêneyên Rêber Abdullah Ocalan li ser textan neqiş kirine.
Heta niha Elî 75 wêneyên Rêber Abdullah Ocalan li ser textan bi rêya amûra şewitandinê xêz kirin.

Hisên Elî ji ber ku ew li gorî xwe ev hunerê balkêştir dibîne,di 14 saliyê de dest bi vê hunerê kiriye.

Bi rêya şopandina wênesazan, xwendina pirtûkên girêdayî wê û temaşekirina bernameyên têkildarî vê hunerê, behreya xwe bi pêş xistiye û bûye pispor.

Şêwekar Hisên Elî destpêkê bi rengên zêtî dest bi xêzkirinê kir.

Dûre dest bi vê hunerê kir.

Hisên Elî dibêje: “Kî karê min dibîne, min teşwîq dike û dehf dide min ji bo ku ji vê bêtir xwe bi pêş bixim.

Niha hin wêne di destê mi dene ezê heta 4’ê nîsanê bidawî bikim”

Jinên Efrînê: Rojbûna Rêber Apo ji bo me hêvî ye

Back to top button