Partiya Yekitiya Suryan li Qamişloyê panelek li ser mafên çandî yên Suryan-Aşûriyan li dar xist.
Partiya Yekitiya Suryan bi dirûşma “Mafên çandî yên Suryan-Aşûriyan: Rastî, zehmetî û perspektîfên parastinê” panelek bi rêxistin kir.
Di panelê de parêzer Elî Iskan axivî. Iskan got mafên çandî bi nasnameya hemû pêkhate, gel û etnîkan ve girêdayî ne.
Di panelê de gelek kesayetên ku tev lê bûbûn jî nêrînên xwe anîn ser ziman. Polîtîkayên rejîmên berê û yên niha li ser gelê Suryan-Aşûrî nirxandin. Her wiha gotin hikumet mafên çandî tenê bi ziman ve dide girêdan û ev yek tê wateya ku hebûn û mafên çandî yên gelan têne paşguhkirin.
Beşdarên panelê polîtîkayên hikumeta demkî yên li ser pêkhateyên Sûriyeyê şermezar kirin û diyar kir ku garantiya misogerkirina mafên pêkhateyên Sûriyeyê di destûrê de nayê dayîn. Her wiha anîn ziman ku nûnerên pêkhateya Suryan-Aşûrî di parlamentoya Sûriyeyê de nîn in û hatine paşguhkirin.
Di dawiya panelê de ev pêşniyar hatin kirin:
– Gelê Suryan-Aşûrî wek gelekî resen ê Sûriyeyê were naskirin û garantiya mafên wan ê çandî û nasnameya neteweyî were dayîn.
– Di destûra Sûriyeyê de zimanê suryanî bibe zimanekî fermî yê Sûriyeyê. Li saziyên perwerde, çandê û çapemeniyê were bikaranîn.
– Dîrok û çanda gelê Suryan-Aşûrî bikeve materyalên perwerde û fêrkirine yên Sûriyeyê û dîroka welat bi nifşên nû bidin naskirin.
– Ji bo parastin û belgekirina çanda suryanî, bername û proje werin çêkirin.
– Komkujiyên Sêfo yên li ser werin belgekirin.
– Cejna Ekîto wek minasebeteke çandî û neteweyî li Sûriyeyê were naskirin.
– Sazî û navendên çandê yên Suryan, Aşûrî û Keldanan çalakiyên çandî li parêzgeha Hesekê û tevahiya Sûriyeyê bi rêxistin bikin.



