Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham ehmed serdana taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê, rewşa ewlehî û xizmetguzarî şopand.
Piştî serdana bajarê Efrînê, gundewarê wê, pakrewangehên şehîdan û hevdîtina bi şênî û malbatên şehîdan re, Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed serdana taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê kir.
Ev serdana di çarçoveya şopandina rewşa ewlehî û xizmetguzarî ya taxê û şêniyan de hat kirin.



