Li gunedewarê Reqayê di encama teqîna bermahiyên şer du zarok birîndar bû.
Li bajarokê Eyn Îsa yê li bakurê Reqayê teqînek di encama bermahiyên şer de rû da.
Di encamê de du zarok birîndar bûn.
Bi vê re jî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku ji destpêka sala 2026’an vir ve 189 kes jiyana xwe jidest dane ku di nava wan de 69 zarok û 7 jin hene.
Her wiha 278 kesên din jî birîndar bûn, ku di nava wan de 103 zarok û 9 jin in.



