Li kampa Holê qonaxa 3. a oparsyona “Mirovî û Ewlehiyê” pêk tê

Li Kampa Holê Qonaxa 3. a oparasyona “Mirovî û Ewlehiyêdespê kir.
Di despêka oparasyonê de, jin û zarokên DAIŞ’ê careke din bi êrişa li ser tîma me ya Ronahî TV asta xeternak ya li kapmê nîşan dan.
Nûçegihanê me Silêman El Tawîl di vê êrişê de birîndar bû.
Di encama lêgerîna li nava kampê de, tevî madeyên teqmeniyê, pirtûkên jinên DAIŞ’î ku zarokan li ser fêrî tundrewiyê dikin jî hatin dîtin.

Di demên dawî de, dewleta Tirk a dagirker bi dijwarî êrişî herêmê kir.

Ev yek ji bo çeteyên DAIŞ’ê hêviyek bû.

Bi van êrişan çeteyên DAIŞ’ê tevger, çalakî û şaneyên xwe bi taybetî di nava kampa Holê de zêde kirin.

Ev zêdekirin jî hemwextî mijûlbûna hêzên leşkerî û ewlehî di bersivdayîna êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê pêk hat.

Ji ber vê, Fermandariya Giştî ya Hêzên Asayîşa Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qonaxa seyemîn a “Operaseyona Mirovî û Ewlehiyê” li Kampa Holê da destpêkirin.

Ev qonax bi pêşengiya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û piştgirtiya QSD`ê û bi desteka Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ`ê dest pê kiriye.

Jin û zarokên DAIŞ’î êrişî nûçegihanê me Silêman El-Tawîl kirin

Di roja yekemîn a oparasyonê de, jinan û zarokên DAIŞ`ê yên di beşa pêncan a kampê de, kevir avêtin rojnamevanan û bi amûrên tûj êrişî wan kirin.

Di encamê de nûçegihanê me Silêman El-Tawîl ji destê xwe birîndar bû.

Tîmên tenduristiyê yên li kampê destê Silêman derman kirin.

Piştî re jî nûçegihanê me Silêman El-Tawîl li kampê dest bi şopandina oparasyonê kir.

Di operasyona li Holê de mayîn hatin dîtin

Her wiha hêzên leşkerî di xebatên xwe yên lêgerîna li heman beşa kampê de, gelek madeyên teqemeniyê dîtin.

Tevî vê gelek pirtûkên ku zarokên li kampê li ser fikrê tundrew perwerde dikirin jî, hatin dîtin.

Hêzên beşdar li gel tedbîrên ewlehiyê yên pêwîst, operasyona xwe didomînin.

Back to top button