Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ): Divê Tirkiye tavilê rojnamevanan berde

Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ), bi daxuyaniyekê bertek nîşanî girtina 16 rojnamevanên Kurd da û banga berdana wan kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li Tirkiyê, 16 rojnanmevanên Kurd hefteya çûyî hatine binçav kirin û bi îdiaya ”endamtiya rêxistinê”, hatine girtin.

Komîteyê diyar kir ku ew ketine hewila xwegihandina Serdozgeriya Komarê ya Amedê, lê bi ti awayî bersiva ji bo danîna têkiliyê nayê dayîn.

Komîteyê banga berdana rojnamevanan kir û wiha got: “Nabe ku rojnamevan bêyî hincet bên girtin, ragirtin û werin darizandin.

Divê rojnamevanên hatin binçavkirin, tavilê werin berdan.

Ev operasyon êrîşeke li ser azadiya çapemeniyê ye.

Divê Tirkiye dev ji girtina rojnamevanan berde û dema darizandina girtiyan weke demeke cezakirinê, bi kar neyne.”

Back to top button