Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê darvekirina 4 ciwanên Kurd ji aliyê dewleta Îranê ve şermezar kir û got: “Ev pêla darvekirinê û bêhelwestiya civaka navdewletî û saziyên wê yên bi navê mafên mirovan piştrast dike ku her kes di bin sîwana sîstemekê de ye.”
Desteya Rêveber ya Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê li ser darvekirina 4 ciwanên Kurd ji aliyê dewleta Îranê ve daxuyaniyek da:
Tevgera Azadî ragihand, ev pêla darvekirinê û bêhelwestiya civaka navdewletî û saziyên wê yên bi navê mafên mirovan piştrast dike ku ji bilî berjewendiyên xwe her kes di bin sîwana sîstemekê de ye, tu tiştekê din bala wan nakişîne û girîng nabînin.
Tevgerê di dawiyê de got:
“Em darvekirina ciwanên Kurd ji aliyê rejîma Îranê ve bi tundî şermezar dikin.”
PJAK: Ji ber bê helwestiya gel û azadîxwazan li Îranê davekirin zêde bûye