Meşa Dirêj a ji bo azadiya Rêberê Apo ku li Fransayê hatiye destpêkirin di roja 8’an de li bajarê Mantes la Jolîe yê Fransayê didome.
Çalakvanan di tevahiya meşê de bi hezaran belavok li gel û saziyên derdorê belav kirin.
Çalakvan çûn serdana esnaf û saziyên Fransayê û dosyayên têkildarî tecrîda li ser Rêberê Apo pêşkêşî wan kirin.
Nûnerên meşê weke li bajarên din qertên hatin berhevkirin û ji bo Rêber Apo şandin Îmrraliyê.
Di tevahiya meşê de çalakvanan dirûşmên ji bo azadiya Reber Apo berz kirin.
Hevserokê Civaka demokrat a Kurd a Fransayê (CDK-F) Şahîn Polat axivî û got:
“Reber Apo bi fikir û felsefeya xwe aştiya Rojhilata Navîn misoger kir û bi taybet ji bo gelê Kurd.”
Şahîn Polat her wiha balkişand li ser bikaranîna çekên kîmyewî yên li dijî gerîlayên Kurd û got:
“Divê tavilê hêzên navneteweyî li hember kiryarên dewleta Tirk bibin xwedî helwest.”
Li Ewropayê Kurd û dostên xwe ji bo azadiya Rêber Apo di nava çalakiyan de ne