Li Ewropayê Kurd û dostên xwe ji bo azadiya Rêber Apo di nava çalakiyan de ne

Li Ewropayê çalakiyên ji bo azadiya Rêber Apo berdewam dike.
Li Zanîngeha Sheffieldê civîna ‘Ji Abdullah Ocalan re Azadî’ hate lidarxistin, li Stuttgartê jî gel civiya.
Li ser kuleya Eyfelê ya Parîs’ê jî pankarta ‘Freedom for Ocalan’ hate daliqandin.

Li Zanîngeha Sheffield a Îngilistanê komên enternasyonalîst civînek lidar xistin.

Civîn di çarçoveya pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ de bû.

Her wiha komên enternasyonalîst kartpostal îmze kirin ku bişînin Îmraliyê.

Civîn bi pêşengiya Koma Piştevaniya bi Kurdistanê re hat lidarxistin.

Di civînê de ji Têkîliên Derve ya Meclîsa Gelê Kurd a Îngilistanê Egît Amara û nûnera Kongra Star a Ewropayê Ruxeş Şêxo têkildarî geşedanên siyasî yên li Kurdistanê agahî dan.

Îdeolojiya Rêber Apo a Netewa Demokratîk, çareseriya pirgirêka li Rojhilata Navîn û Kurdistanê, bi beşdaran re hate parvekirin.

Di civînê de hat gotin ku divê li dijî mantiqê netew-dewletê têkoşîna civakî bê pêşxistin.

Di civînê de paradîgmaya azadîxwaziya jinê bi gelek aliyan hate nirxandin.

Bal hat kişandina ser pêngava ku 10’ê Cotmehê ji bo azadiya Rêber Apo.

Hat destnîşankirin ku divê têkoşîna bi gelê Kurd re bê mezinkirin.

Beşdarên civînê piştre kartpostal îmze kirin da ku bişînin Îmraliyê.

Li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Stuttgart a Elmanyayê (NCKD) çalakî hat lidarxistin.

Li Parîsê li ser Kuleya Eyfel wêneyê Rêber Apo hat dalqandin

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Tevgera Jinên Ciwanên Têkoşer (TekoJIN) li dijî tecrîdê li ser Kuleya Eyfel a li paytexta Fransa Parîsê çalakiyek lidar xist.

Ciwanan diyar kirin ku heta azadiya Rêber Apo pêk tê, wê her tim li her derê li qadan bin.

Meşa azadiyê di roja 7’an de li Roûenê berdewam kir

Back to top button