Sibe qedexeya beşî li herêma Firatê dest pê dike

Rêveberiya Xweser ya herêma Firatê bi daxuyanekê ragihand ku beriyara qedexeya giştî li herêma Firatê bidawî bû û wê sibe ya beşî destpê bike.

Rêveberiyê diyar kir ku biriyara beşî wê heta 22 Nîsanê dirêj bike, piştire wê 10 rojên din ya giştî destpê bike.

Her wiha destnîşan kir ku holên şahiyan, baxên giştî, navendên sporê, çayîxane û mizgefit nabin bêne vekirin.

Ji bo dikanên pîşesazî û sereraskirina erebe û patozan dikarin ji seat 5 êvarî hate 8 sibehan kar bikin.

Li gorî daxuyaniyê dikanên zebze, şînahî, goşt, şêranî, mas û penêr û xwaringeh dikarin ji seat 7 sibehê heta 7 êvarî vekrî bimînin.

Di dawiya daxuyaniya de bang li şêniyan hate kir ku bi bakaranîna devkoşk, lepik û dûrketina ji hev xwe biparêzin.

 

Back to top button