Bi boneya Serhildana 12’ê Adar û tevgera gelê Sûriyê ya 15’ê Adarê fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Mazlûm Ebdî got ku dîwarê tirsê şikenand û welatiyê sûrî vegera li çargoşeya dûrxistinê qebûl nake.
Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî bi boneya salvgera 11’an a serhildana gelêrî li Sûriyê daxuyaniyek li ser hesabê xwe yê twîtterê belav kir.
Ebdî got: “11 sal di ser destpêkirina serhildana gel a li Sûriyê re derbas bûn, hîna jî derî li pêşiya çareseriyên siyasî girtî ne ku bi beşdarbûna hemû aliyan dikirin dawî li aloziyê werîne.
Serhildana 12’ê Adarê û tevgera gelêrî ya 15’ê Adarê dîwarê tirsê li Sûriyê şikenand. Welatiyê sûrî qebûl nake ku li çargoşeya dûrxistinê vegere. Sûriyê hêjaye azadî û istiqrarê.”