
Li Dirbêsiyê cenazeyê du ciwanan hatin dîtin ku ji aliyê cendirmeyên Tirk ve hatine qetilkirin.
Li gundê Qereman ê sînorî yê 3 km dikev rojevayê navçeya Dirbêsiyê, cenazeyê du ciwanan hatin dîtin.
Herdû cenaze rakirin Nexweşxaneya Şehîd Xebat a navçeyê.
Di encamên lêkolînên bijîşkan de, diyar bû ku ji ber êşkençeyê hatin qetilkirin û şopên lêdanê li ser laşê wan hebû.
Tenê nasnameya ciwanê binavê Adil El-Bedir ê 21 salî hate naskirin.
Li gorî agahiyan ciwan hewl dan derbasî Bakurê Kurdistanê bibin.