Li Dêrik, Girkê Legê, Hesekê Til Temir û Dirbêsiyê pîrozbahiyên Newrozê

Bi diruşma “Bi vîna gelan em ê Newroza 2022’yan bikin Newroza azadiya Rêber APO”, li seranserî rojavayê Kurdistanê agirê newrozê hatin pêxistin…

Li Dêrik û Girkê Legê şahiyên pîrozbahiyên Newrozê hebûn..

Li Dêrikê ji aliyê PYD’ê ve li qada Azadî şahiyek hat organîzekirin û dayîkan agirê newrozê vêxistin…

Li Girkê Legê jî Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê bi beşdarbûna bi dehan şêniyan pîrozbahî li parka Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê li dar xist.

PYD’ê bi beşdarbûna bi dehan şêniyan pîrozbahiya Newrozê bi diruşma “Newroz azadiya rêber APO ye” li parka Xabûr a Hesekê li dar xist.

Di şahiyê de axaftin hatin kirin û kesên axivîn gotin: “Em hemû destana Kawayê Hesinkar dizanin çawa ku hêza Dehaq û pergelên desthilatdar şikand.”

Bi diruşma “Bi vîna gelan em ê Newroza 2022’yan bikin Newroza azadiya Rêber APO”, şêniyên navçeya Til Temirê agirê Newrozê li ber avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan dadan.

Bi diruşma “Em Newroza 2022’yan li Rêber APO û tevahî gelên xwe pîroz dikin” li bajarokê Til Kerma yê navçeya Dirbêsiyê Newroz hate pîrozkirin.

Agirê Newrozê ji aliyê dayikên şehîdan ve hate pêxistin.

Back to top button