Li Kenyayê teqîna xazê: Herî kêm 3 kes mirin

Li Naîrobiya paytexta Kenyayê di encama teqîna kamyoneke gazê de herî kêm 3 kes mirin û zêdeyî 200 kes jî birîndar bûn.
Piştî bûyerê gelek ambûlans û îtfaiye sewqî herêmê kirin.

Berdevkê Hikûmetê Isaac Mwaura di daxuyaniya xwe de diyar kir ku teqîn beriya nîvê şevê li şîrketeke dagirtina gazê ya li navçeya Embakasi ya Nairobî rû da.

Rayedar diyar kir ku şewata ku piştî teqînê derket li heman herêmê li depoyeke tekstîl û cilan belav bû û gelek wesayît û xaniyan zirar dît.

Her wiha Mwaura diyar kir ku sedema zêdebûna hejmara birîndaran ew e ku bûyer bi şev dema ku welatî li malê bûn qewimî.

Di dema ku rayedarên hikûmetê hejmara birîndaran 222 ragihand, Xaça Sor a Kenyayê diyar kir ku yekîneyên lezgîn 271 kes veguhestin nexweşxaneyên cuda yên Nairobi.

Li welatên Afrîqayê carinan di tankerên bi gaz an neftê barkirî de teqînên kujer çêdibin.

Tê diyarkirin ku sedema vê yekê tedbîrên ne têrker in.

Çavkaniyên nexweşxaneyê diyar kirin ku ji ber rewşa hin kesan î

Back to top button