Sûcên dijmirovî yên li herêmên dagirkirî û bi taybet li Efrînê bi dawî nabin. Ji ber êşkence lê hatibû kirin, Parêzer Luqman Henan ê Efrînî jiyana xwe ji dest da. Li Girê sipî jî çeteyên dewleta Tirk welatiyek revandin û fidye ji malbatê dixwazin.
Îro sibehê, parêzer Luqman Henan ê 45 salî ku ji xelkê gundê Hec Qasim yê Mebata Efrînê ye û beriya demekê ji aliyê çeteyan ve hatibû revandin jiyana xwe ji dest da.
Luqman Henan ku ji aliyê çeteyên Ehrar El-Şerqiyê hatibû revandin û êşkence lê hatibû kirin..
Parêzer Luqman Henan ji ber lêdana zêde lê hatiye kirin, li nexweşxaneya Efrînê jiyana xwe ji dest da.
MÎT’a Tirk li Efrînê Ebdo Cemîl ê Efrînî revandin
Dîsa li Efrînê, welatiyê bi navê Ebdo Mihemed Cemîl yê ji gundê Kefer Zêt ji aliyê MÎT’a Tirk ve hate revandin.
Heta niha nayê zanîn ku Ebdo Cemîl li kuye û tu agahî li ser rewşa wî peyda nabin.



