Çeteyên dewleta Tirk li Girê Spî welatiyek bi navê Xidir Casim El Mihemed, revandin.
Kirinên çeteyên dewleta Tirk a dagirker li herêmên dagirkirî hêj jî bi dawî nebûne.
Li gorî ANHA’yê çeteyên Tirkiyê bi ser bajarokê El-Elî Bacliyê yê li Başurê Girê Spî de girtin.
Di encama serdegirtinê de çeteyên dewleta Tirk welatiyê bi navê Xeder Casim El-Mihemed revandin.
Ji bo serbestberdana kesê navborî jî çeteyan 4 hezar dolar fidye ji malbata wî xwestin.
Hat ragihandin ku ev cara duyemîn e ku Xeder Casim ji aliyê çeteyan ve tê revandin.