KCK’ê ji bo komkujiya Mereşê daxuyanî da

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê şehîdên Komkujiya Mereşê û Komkujiya Girtîgehan a 19’ê Kanûnê bîr anî.
KCK’ê piştrast kir ku ew ê hesabê hemû komkujiyên li dijî Kurdan bipirsin. 

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî Komkujiya Mereşê û Komkujiya Girtîgehan a 19’ê Kanûnê daxuyanî da.

KCK: Tirkiyê dixwest Kurdistanê ji Kurdan vala bike

KCK’ê anî ziman ku 44 sal berê dewleta Tirk li Mereşê li dijî Kurdan komkujî pêk anî û bi sedan kes kuştin û bi hezaran birîndar kirin.

KCK’ê di daxuyaniyê de kesên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da bi bîr anî û Tirkiyê li ser vî sûcî şermezar kir.

KCK’ê got: ”Dewleta Tirk ji bo ku bibe yek netew bi dehan komkujî anîne ser Kurdan. Komkujiya Mereşê jî yek ji wan e.

Piştî ku Tevgera Azadiya Kurd biryara partîbûnê da, Komkujiya Mereşê pêk hat. Tirkiyê xwest pêşî li pêşketina partiyê bigire.

Ji bo wê jî ev komkujî pêk anî. Ya rast dewleta Tirk armanca wî valakirina Kurdistanê bi giştî ji Kurdên wê bû.

KCK’ê şehîdên êrişa li zindanan bîr anî

KCK’ê di berdewamiya daxuyaniya xwe de jî ev tişt anî ziman:

”Dewleta Tirk a dagirker 19’ê Kanûna 2000’î ji bo vîna girtiyan bişkîne êrişî zindanan kir û bi dehan şoreşger hatin qetilkirin.

Lê belê girtiyan weke her carê li hemberî êrişên faşîst li ber xwe dan û bi berxwedana xwe ev êriş vala derxistin.

Îro jî heman siyaset ji aliyê desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ve tê meşandin. Û ji ber zêdetir pilîtîkaya zext û teslîmiyetê tê meşandin.

Lûtkeya van polîtîkayan jî Îmraliyê ye. Tecrîda mutleq û êşkence li dijî Rêber Apo tê pêk anîn.

Lewma berxwedan û têkoşîna herî mezin li Îmraliyê tê meşandin û di şexsê Rêber Apo de tê temsîlkirin.

Ji ber vê yekê derketina li dijî tecrîda li Îmraliyê û xwedîderketina li Rêber Apo, di heman demê de tê wateya parastina girtiyan û xeta berxwedanê ya zindanan.”

KCK’ê bang li her kesî kir ku li dijî tecrîda li ser Rêber Apo bi hêztir helwest nîşan bidin û girtiyan û berxwedana girtiyan biparêzin.”

KCK: Em ê hesabê komkujiyan bipirsin

Dawiyê de KCK’ê piştrast kir ku ew weke Tevgera Azadiya Kurd hesabê hemû komkujiyên li dijî gelê Kurd bipirsin.

Back to top button