Mamostayên li Başûr ji hikûmeta Başûr xwestin ku piştgiriya kampaniya azadiya Rêber Apo bike.
Mamosta û nivîskar Mexdîd Hacî piştgiriya xwe ji azadiya Rêber Apo re nîşan dan û got:
”Pêwîstiya mijara gelê Kurd bi rêberek weke Rêber Ocalan heye.
Erkê hemû Kurdan e ku daxwaza azadiya Rêber Ocalan bikin.
Ji ber ku bîr û felsefeya Rêber Ocalan reng daye her çar beşên Kurdistanê.”
Mexdîd ji hikûmet û parlamentoya Başûr jî xwest ku piştgiriyê bidin kampaniya azadiya rêber Apo.
Mamostayê Zanîngeha Seleheddîn Dr. Reîd Refet jî li ser heman mijarê axivî û got:
“Divê mafên siyasî yê gelê Kurd were parastin.
Rêber Apo ji bo daxwazkirina mafê gelê Kurd rolek giring dileyîze.”