Li Ezazê erebeyeke bombebarkirî teqiya, kuştî û birîndar hene

Li bajarokê Seco yê girêdayî Ezazê erebeyeke bombebarkirî hate teqandin, kuştî û birîndar hene.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyan dane, teqîn bi rêya erebeyeke bombebarkirî li sûka zebzeyan a bajarokê Seco yê Ezazê çêbû.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku li gorî agahiyên destpêkê 10 kes birîndar bûne û ziyanên madî çêbûn.

Li gorî hin medyayên din ên herêmî, kuştin jî hene.

Back to top button