15 Hezar xwendekarên Şehbayê naçin dibistanan

Dorpêçkirina Şehbaû Helebê dewam dike .
Hikumeta Şamê dorpêç hişk û asê sepandiye.
Barê xelkê li wê devarê giran dibe .
Pêdiviyên jiyanê bi zehmetî tên peydakirin .
Mîna nan û sotemenî .
Hişyarî hene li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê heger dorpêç dewam bike dê firne û nexweşxane ji xizmetê derkevin .

Li Şehba û Helebê dorpêç berdewame ..

Roj bo roj rewşa xelkê zehmet û dijwartir dibe ..

Bobelateke mirovî li wê derê çêdibe ..

Di vê sir û seqemê de li wir bi zorê pêdiviyên jiyanê peyda dibin ..

Ji ber vê dorpêçê 15 hezar xwendekarên Şehba û koçberên Efrînê ji xwendinê mehrûmin ..

”Eger dorpêç dewam kir dê nexweşxane bê girtin”

Li helebê jî rewş hamane ..

Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hişyarî hene ku dorpêç dewam bike yakane nexweşxaneya li wê deverê ji xizmetê derkeve..

Ew jî nexweşxaneya Xalid Fecir e..

Ne tenê ev ..

Ne peydakirina nan jî bar girantir kir ..

Ne peydakirina pêdiviyên esasî dê bihêle ku firneyên nan jî bên girtin ..

Li gorî endamê komîteya teknîkî ya firnan ,heger rewş bi vî rengî dewam bike dê firne bi temamî bê girtin ..

“Heger dorpêç dewam bike dê firne bê girtin “

Li hêleke êrişên dewleta Tirk û li hêleke din jî ev siyaseta Hikûmeta Şamê, barê jiyanê li xelkê Efrîn û Şehbayê giran dike.

Di vê dema dawiyê de û bi hemwextî bêdengiya NY û hemû rêxistinê pê ve girêdayî, bobelateke mirovî li ber derî ye.

Back to top button