Qereçox- DAIŞ êrişî artêşa Iraqê kir

Çeteyên DAIŞ’ê li herêma Sergeran a çiyayê Qereçûxê êrişî artêşa Iraqê kir.

Fermandarê Hêzên Xebexş ên Mexmûrê Xazî Feysel li ser mijarê agahî dan Rojnews’ê.

Feysel ragihand ku li rojhilatê Çiyayê Qereçûxê saet 21:00’an bombeyek bi artêşa Iraqê ve teqiya.

Xazî Feysel eşkere kir ku piştî teqînê navbera artêşê û çeteyên DAIŞ’ê de şer derket.

Di encamê de kuştî û birîndar jî çêbûn.

Li gorî ROJNEWS’ê navbera gundên Mihêdî û Qerebutikê yên Sengeran jî çeteyan êrişî artêşê kirin.

Li wir jî şerekî dijwar rû da û 3 leşkerên Iraqê hatin kuştin, 2 jî birîndar bûn.

Back to top button