Meryem Mustefa: Dermanê min peyda nabin

Li Şehbayê ji ber dorpêça ji aliyê hikumeta Şamê, herî zêde kesên nexweş azaran dikşînin. 

Yek ji nexweşên ku nikare dermanê xwe peyda bike, dayê Meryam Mustefa e.

Ew di dibistaneke nîvrûxandî de tevî 15 malbatên din li navçeya Ehresê ya Şehbayê dimîn e.

Dayê Meryam Mustefa dibêje ew nexweşe û serma bandorê li tenduristiya wê dike.

Meryam Mustefa anî ziman ku ji ber dorpêçê ew nikare dermanê xwe jî peyda bike.

Meryam behsa siyasetên hikumeta Şamê û dagirkeriya dewleta Tirk kir û wiha got:

“Ew bi van siyasetan hewl didin ku me tune bikin. Lê em ê li dijî wan li ber xwe bidin.”

Back to top button