“Başûrê Tirkiyê, rêya DAIŞ’ê ya kirîna çekan bû”

Başûrê Tirkiyê, çavkaniya sereke ya piştevaniya darayî ya DAIŞê ye.. ev yek di raporeke Rêxistina Conflict Armament Research a Britanî, ya der barê awayê kirîna DAIŞ’ê ya çekan de, hat.

Rapor, hûrguliyên kirîna DAIŞ’ê madeyên teqemeniyê, alavên elektronîk û dronan, di navbera salên 2014-2019’an de, diyar dike.

Li gorî raporê, ji bo kirîna çekan, DAIŞ’ê xwe dispart kes û kompanyayên malbatî ku weke navbeynkar li herêmên derdorê dixibitîn, nexasim li başûrê Tirkiyê, mîna Dîlok, Hatayî û Mer’eşê.

Rêxistina Brîtanî destnîşan dike ku, bi zanebûn be yan na, ev navbeynkar, nuqteyên sereke yên hawirdekirina DAIŞ’ê bûn.

Di raporê de, gelek mînak tên bibîrxistin, yek ji wan jî ew e ku bazirganekî Tirk bi 200 hezar dolarî, 78 ton Fiyûla taybet bi çêkirina mûşekan kirî.

Back to top button