YE: Me ti guhertin di reftarê Tirkiyê de nedît

Bi nêzîkbûna civîna serokên welatên endamên YE re, berpisrê siyaseta derve ya yekîtiyê Josep Borrell dibêje, heta niha wan ti guhertineke erênî di reftarê dewleta Tirk de nedîtiye û wê ev sibe di lûtkeya Ewropî de bê nîqaşkirin. Erdogan jî dibêje, divê alozî bi rêya dîplomasiyê were çareserkirin.

Sibe lîsteyeke kar a serêş li pêşiya YE ye.. arandinên Tirkiyê jî mijareke sereke ye..

Berpirsê siyaseta derve ya YE Josep Borrell ragihand ku ew ti guhertinê di reftarê Tirkiyê de nabînin û soza veguhastina vê nirxandina neyînî der barê Tirkiyê de, bo lûtkeya Ewropî da.

Serokwezîrê Yûnanistanê Kiryakos Mîtsotakîs jî teqez kir ku, di lûtkeya YE ya vê hefteyê de, ew ê daxwaza ferzkirina qedexeya çekan li ser Tirkiye ji Yekîtiyê bikin.

Mîtsotakîs, ji ber egeriya bikaranîna çekên ku bo Tirkiyê tên firotin, li dijî dewletên yekîtiyê, hişyarî da.

Ji aliyê xwe ve, serokkomarê Tirkiyê Erdogan da xuyakirin ku li rojhilatê Deryaya Spî, 3.5-10 Tirilyon M3 a xazê heye û çareseriya mayînde ya aloziyê, gerekdarî dîplomasiyê ye.

Berdevkê partiya Erdogan, Omer Çelîk jî dibîne ku bêyî welatê wî YE nikare babetên girîng çare bike.

Çelîk zimanê cezayan jî rexne kir û ew bi “cemidandina mejî” bi nav kir.

Di heman çarçoveyê de, Wezîrê Derve yê Almanyayê Haiko Mass da zanîn, eger Tirkiyê asta tengejînê li herêmê kêm neke, wê wezîrên Ewropî tedbîran li dijî wê bistînin.

Mass destnîşan kir ku arandinên Tirkiyê ranewestyane û divê Meclisa Ewropî biryara çawaniya danûstandina bi Tirkiyê re bide û helwesta xwe li dijî van arandinan diyar bike.

Tevî ku dewleta Tirk, amadebûna xwe ji bo destpêkirina diyalogan di gel Yûnanistanê ragihandiye jî, lê YE sepandina cezayan li ser Tirkiyê lêkolîn dike.

Back to top button