Li Rojhilata Navîn agirbest alarm lê dide.
Îranê bi mûşekan êrişî baragehên Amerîka yên li Kuweyt û Behrêynê kir.
Di heman demê de Washingtonê bi êrîşeke dijber li Girava Qeşm a nêzîkî Tengava Hurmuzê bersiv da.Di demekê de ku danûstandinên krîtîk li ser maseya dîplomatîk dewam dikin, Trump daxuyaniyên nû ji bo serokê Îran û Îsraîlê da.
Heta wî got, dikare bi Serokê Olî yê Îranê Mojteba Xameneyî re jî bicive!
Li Rojhilata Navîn li ser kaxeza agirbest heye, lê dengê çekan jî kêm nabe.
Ji 8’ê Nîsanê dema agirbest navbera Tehran û Washingtonê hatî ragihandin, alozî di asta herî jor de ye.
Îranê êrişî navendên DYA yên li Kuweyt û Bahrûynê kir
Îranê li dijî Kuweyt û Behrêynê ku baregehên Amerîkî lê ne, êrîşa mûşekî pêk anî.
Li gorî Fermandariya Navendî ya Amerîkayê CENTCOM, sê mûşekên ku ber bi Behrêynê ve hatine avêtin ji aliyê pergalên parastina hewayî ve hatine astengkirin
Her wiha du mûşekên ku ber bi Kuweytê ve hatibûn avêtin jî beriya bigihêjin armancên xwe hatin bêkêrkirin.
Tehranê diyar kir ku êrîş rasterast baregehên Amerîkî kirine armanc.
Supay Pasdarên Îranê ragihand ku ev êriş weke bersiva oparasyonên Amerîka yên li ser Girava Qeşm ya li nêzî Tengava Hurmuzê ye.
Îranê êriş kir: Amerîka bersiv da
Washingtonê zû bersiv da.
Hêzên Amerîkî ragihandin ku wan li Girava Qeşm li navendeke kontrolê ya leşkerî ya Îranê xistiye û dronên Îranî xistine.
Hat gotin, vê navendan keştiyên sivîlan yên li herêmê dikirin armanc.
Trump ji bo Xameneyî û Netanyahu peyam weşand
Her çend şer li ser erdê dewam dikin jî, maseya dîplomatîk bi tevahî hilneweşiyaye.
Serokê Amerîkayê Donald Trump got;
Hevdîtin bi Îranê re dewam dikin.
Trump: Ne dûre ez li gel Xameneyî bicivim
Trump diyar kir ku Mojteba Xameneyî yê wekî rêberê olî yê nû yê Îranê derketiye diyarkirin, di danûstandinan de rolek bi bandor dilîze.
Wî got:
“Ne dûre ku ez li gel Mojteba Hamaneyî hevdîtinê pêk bînim
Em vê gavê pêwîstî bi destwerdaneke leşkerî ya bejahî li dijî Îranê nabînin.
Dibe ku em di demekê de bicivin.”
Pêşîniya Washingtonê ew e ku pêşî li Îranê bigire ku çekên nukleerî bi dest bixe.
Tehran, ji aliyê din ve, dixwaze ku ceza werin rakirin, gihîştina dahatên petrolê were vekirin û bandora xwe li ser Tengava Hurmuzê biparêze.
Serokê Amerîkayê got; ew ji ber nakokiya dewam a bi Libnanê re ji Netanyahu aciz û hêrs e.



