Fermandarê QSD’ê Riyad Xelef: Civaka navneteweyî sozên xwe bi cih nayîne

Tevî ku Rûsya garantora agirbesta li herêmê ye jî, lê ew mîna Tirkiyê ku rojane êrîş dike, pabendî sozên xwe nebû. Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Girê Spî Riyad Xelef destnîşan kir ku Tirkiyê ji bêdengiya civaka navneteweyî sûdê wedigire û tekez kir ew ê her li dijî êrîşan parastina herêmên xwe bikin. 

Demên dawî, hema bêje rojane, li ser Eyn Îsayê êrîşên dagirkeriyê hene..

Jîngehên sivîlan jî armanca sereke ya van êrîşan in û herî dawî 4 sivîl şehîd bûn û 14 jî birîndar bûn.

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Girê Spî Riyad Xelef der barê van êrîşan de nirxandin kir.

Em ji dinyayê tevî re dibêjin meclisên leşkerî yên di bin siya QSD’ê de, li şûna tevahî cîhanê li dijî DAIŞ û terorê şer kiriye.

Me ev herêm û gelê xwe ji şaneyên veşartî û çeteyên tundrew rizgar kirin.

Piştî rizgarkirina herêmên xwe, em bi êrîşên dagirkeriya Osmanî re rû bi rû man.

Dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe girantir kirine.

Rûsya jixwe ve garantor e, lê ne di dema borî de û ne jî niha, me ti helwest û rola wê di sekinandina van êrîşên li ser şêniyan de nedîtiye.

Tevî ev êrîş û top li derdora baregeha Rûsyayê bixwe jî pêk tên,
lê bêbersiv dimînin. Ne Rûsya, ne jî hikumeta Şamê dengê xwe dernaxin.

Fermandar Riyad Xelef di dawî de tekez kir ew ê heta dawî û di çarçoveya parastina rewa de, bersiva her êrîşekê bidin û parastina ax û gelê xwe bikin.

Back to top button