Rêveberiya Xweser qanûna pereyên nerewa erê kir

Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di civîna xwe ya bi hejmar 84`an de, qanûna têkoşîna li dijî pereyên nerewa erê kir.

Nûnerên Nivîsgeha Dirav û Mûçedanê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, endamên Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser ji bo nîqaşkirina mijarê li Reqa civiyan

Di civînê de cîgirê hevserokatiya Melisa Giştî Yasir El Silêman reşnivîsa qanûnê xwend ku ji 65 bendan pêk tê.

Taybet di civînê de li ser xalên sereke yên weke qanûna pereyên nerewa û fînansekirina terorê,erkên saziyên malî, nivîsgeh û şîrketên vaguhastina pereyan, girankirina cezayan, nepêkanîna biryarên Meclisa Ewlehiyê bûn xalên nîqaşên sereke.

Piştî nîqaşkirina bendên qanûnê û pêkanîna hin guhertinan, beşdaran qanûn erê kir.

Hate regihandin ku ev biryar di roja derxistinê de dikeve meriyetê.

Back to top button