Operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” 4 roje bi xurtî didome

Operasyona ‘Xurtkirina Ewlehiyê’ ku QSD’ê li dijî çeteyên DAIŞ’ê û bazirganên hişbirê daye destpêkirin bi hemû hêza xwe ev 4 roje didome.
Îro jî QSD’ê ragihand ku hêzên wan gundê Ezba yê Dêrazorê ku çeteyên DAIŞ”ê xwe tê de cih kiribûn paqij kirin.
Bi giştî di nava 4 rojan de, 11 çete, 10 bazirganên hişbirê hatine girtin û 3 êrişkar jî hatine kuştin.

Operasyona ‘Xurtkirina Ewlehiyê’ ku QSD’ê li dijî çeteyên DAIŞ’ê û bazirganên hişbirê daye destpêkirin di roja 4’an de didome.

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê diyar kir ku operasyon li gorî plana jê re hatî danîn bi rêve diçe.

Operasyonê ji 3 baskan ve dest pê kir:

Baskê 1’emîn li gundewarê bakurê Dêrazorê ye ji navçeya Sorê bigire û heta çemê Firatê û herêma 7 Kîlo digire nava xwe.

Baskê 2’emîn li gundewarê rojhilatê Dêrazorê ye û ji navçeyên girêdayî bajarokê Bisêra û heta sînorên Sûriye-Iraqê li bajarokê Baxozê digire nava xwe.

Baskê 3’emîn jî li gundewarê rojavayê Dêrazorê ji çarxerêya Mamil û heta herêmên îdarî yên girêdayî Reqayê digire nava xwe.

Di roja 1’emîn a operasyonê de, hêzên QSD’ê armancên operasyonê li baskê 3’emîn “gundewarê rojavayê Dêrazorê” pêk anîn.

Di wê çarçoveyê de 5 çeteyên DAIŞ’ê, 8 bazirganên hişbirê hatin girtin û 3 kesên êrişî hêzên operasyonê kirin, hatin kuştin.

Di roja 2’emîn de jî, QSD’ê giranî da gundewarên bakur û rojhilatê Dêrazorê.

Li baskê 1’emîn “gundewarê bakurê Dêrazorê” li ser rêya El Ezbê-Konîko 3 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin.

Di operasyona serdegirtinê de 2 bazirganên hişbirê hatin girtin û miqdareke madeyên hişbirê hatin desteserkirin.

Roja 3’emîn jî hêzên operasyonê li bajaroka El Seede ya li bakurê Dêrazorê rastî êrişa çekdarî hatin.

Di encamê de şervanekî QSD’ê û jinek şehîd bûn, hejmareke welat jî birîndar bûn.

QSD’ê bersiva êrişê da û 3 çeteyên DAIŞ’ê girtin.

Operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” îro di roja xwe ya 4’emîn de li baskê yekemîn “gundewarê bakurê Dêrazorê” û hin parçeyên baskê duyemîn “gundewarê rojhilat” dewam dike.

Çavkaniyên leşkerî yên QSD’ê ragihand ku hêzên wan gundê Ezba yê Dêrazorê ku çeteyên DAIŞ”ê xwe tê de cih kiribûn paqij kirin.

Bi giştî, heta niha di çarçoveya operasyonê de, 11 çeteyên DAIŞ, 10 bazirganên hişbirê hatine girtin, 3 êrişkar hatin kuştin.

Back to top button