Li çolistana Rojhilatê Himsê, zedeyî 25 leşkerên hikûmeta Şamê hatin kuştin û birîndarkirin.
Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku li herêma Çiyayê El-Emûr a himsê 2 mayîn bi leşkerên hikûmeta Şamê û alîgirên wê ve, teqiya.
Çavdêriya Sûrî da zanîn ku, ji ber teqîna mayînê 7 leşkerên hikûmetê û alîgirên wê hatin kuştin û zêdeyî 18 leşkerî birîndar bûn.
Li gorî heman çavkaniyê, ji 24’ê Adara 2019’an û heta îro di êrîşên DAIŞ’ê de, hezar û 415 hêzên hikûmetê û alîgirên wê hatine kuştin.