4 şehîdên ku di qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê şehhîd bûn, hatin oxirkirin

Îro li Şehbayê bi tevlêbûna bi hezaran welatiyên Efrîn û Şehbayê, 4 şehîdên ku di qonaxa duyemîn ya berxwedana Serdemê de şehîd bûne, hatin oxirkirin.

Merasîm li goristana şehîdên Berxwedana Serdemê ya navçeya Ehrezê hate kirin.

Gel li pêşiya nexweşxaneya Avrîn ya li Fafînê kombûn û cinazeyên Şehîdan birin goristana şehîdên Berxwedana Serdemê ya Ehrezê.

Di merasîmê de, endamên sazî û meclîsan axivîn.

Piştî axaftinan wesîqeya şehîdan hatin xwendin û radetsî malbatên şehîdan hatin kirin.

Cenazeyên Şehîdan bi dirûşmeyên ‘şehîd namirin’ hatin veşartin.

Şehîd Sîham El-Şenan ji aliyê bi sedan şêniyên Reqayê ve hat oxirkirin

Li goristana şehîdan a li bajarokê El-Cidêdat a Reqayê jî , bi tevlîbûna bi sedan şêniyên Reqayê cenazeyê endama Asayîşa-Jin Sîham El- Şenan bi merasîmekî hat oxrkirin.

Back to top button