Serokê Rûsyayê Vladimir Putin temenê serweriya xwe bi rêya qanûnekê îmze dike.
Putin li ser qanûna ku dihêle heya 2 wîlayetên din di desthilatê de bimîne, îmze kir û bi vê qanûnê derfet daye xwe ku heya 2036’an li ser kursiya desthilatê bimîne.
Qanûna îmzekirî, piştî duristkirina destûrê di sala borî de, hate derkirin.
Putin dibêje ew ê piştre biryara namzetbûna bo hilbijartinên 2024’an bide.
Piştî Joseph Stalin, Vladimir Putin serokê duyem e ku dema herî dirêj li ser desthilatê dimîne.