MSD’ê komkujiya ku dewleta Tirk a dagirker li dijî Yusra Derwêş, Lêman Şiwêş û Firat Tuma şermezar kir û bang li Koalîsyona Navneteweyî kir ku sûcên dewleta Tirk qebûl nekin.
Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek nivîskî weşand û têde ev tişt got:
“Em bi tundî sûcê hovane ya li dijî sivîlan pêk hatin şermezar dikin û em banga hesabpirsînê ji dewleta Tirk a dagirker dikin.
Her weha bêdengiya navneteweyî li hember siyasetên Tirkiyeyê şermezar dikin.
Bang li Koalîsyona Navneteweyî dikin ku gefên Tirkiyê û sûcên şer ên ku li dijî şêniyên resen pêk tîne, qebûl nekin.
Û ji ber sûcê ku duh pêk aniye hesabê ji Tirkiyê bipirsin.