Yusra Derwêş-Jina ku li ser bingeha felsefeya Neteweya Demokratîk têkoşiya

Dewleta Tirk, yek ji pêşengên şoreşa Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê, jina berxwedêr û xwedî hêza guherînê Yusra Derwêş îro kir armanca êrişên xwe û şehîd xist.
Em bi hevre li kurte-jiyana hevseroka Meclisa Kantona Qamişlo Yusra Derwêş, temaşa bikin.

Bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re, pêl bi pêl jin beşdarî nava xebatên şoreşê bûn.

Lê mîrasek dewlemend ê tevgera azadiya Kurdistanê li ser vê erdnîgariyê hebû ye.

Piştî Rêber Apo derbasî Rojavayê Kurdistanê dibe, jinan yek bi yek qalibên paşvero li ser wan hati ferzkirin parçe kirin.

Yusra Derwêş jî ji wan jinên bi têkoşîna xwe di pêşengtiya şoreşê de cihê xwe girtiye.

Yusra Mihemed Derwêş sala 1972`yan li Amûdê ya kantona Qamişlo ji dayîk bûye.

Sala 2001`an ji zanîngeha zimanê Fransî derçû ye.

Piştî şoreşa 19`ê Tîrmehê sala 2012`an, dev ji perwerdeya di pergala Baas de berda û tev li şoreşê bû.

Destpêkê bû mamosteyê zimanê kurdî. Dûre bû mudira Dibistana Betûl a Amadehî ya Amûdê.

Yek ji damezrînerên Saziyên Rêveberiya Dibistanan li Amûdê.

Piştî wê wek hevseroka Navenda Perwerdeyê ya Amûdê hate hilbijartin.

Roleke çalak di têkoşîna rizgariya jinan de li tevahî Kurdistanê lîst.

Piştî xebateke demdirêj di qada perwerdeyê de, 1-11-2022`yan ji bo hevserokatiya Meclisa Kantona Qamişlo hate hilbijartin.

Şehîd Yusra, pêşengiya çalakiyên ku li ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan li dar diketin, dikir.

Şehîd Yusra ji bo ku guhertineke civakî ya giştî pêk bê û ji bo lidarxistina çalakiyên civakî û siyasî li kantonê, birêxistinkirina komînan di destpêka şoreşê de, xebat kir.

Yusra li ser bingeha felsefeya neteweya demokratîk ji bo guhertina civakê tê koşiya

Jiyana xwe ji bo guhertina civakê bi rêya lidarxistina çalakiyên civakî û siyasî li kantona Qamişlo borand.

Hevseroka Meclisa Kantona Qamişlo Yusra Derwêş û cîgira wê Lêman Şiwêş û ajokarên wan Firat Tuma di êrişa dewleta Tirk a dagirker li ser rêya Qamişlo û navçeya Tirbespiyê de li nêzî gundê Til Şiîr şehîd bûn.

Back to top button