Di teqîna li paytext Freetown a Sierra Leone de 101 kes mirin

Li Sierra Leone qezayek mîna komkujiyê pêk hat.
Piştî qeza di navbera tankerek sotemenî û erebeyek din de li paytext Freetown dengê ambulansan kêm nebû.
Heta niha ji ber teqîna ku encama qezayê de rûdayî 101 kesî jiyana xwe ji dest daye.
Li welat 3 rojan şîn hate ragihandin.

Li welatê Sierra Leone yê dikeve rojavayê Afrîka tankerek sotemeniya ku teqiya welat di nava şînê de hişt.

Bilançoya tankera ku şeva Înê teqiya giran dibe.

Serokdewlet Julius Maada Bio piştî qezaya ku di encama lihevketina tankera sotemeniyê û wesayiteke din de li herêma Wellington a li rojhilatê paytext Freetownê pêk hat, çû herêmê.

Julius Maada Bio di dema serdanê de daxuyanî da çapemeniyê û diyar kir ku trajediya li paytextê xemgîn e.

Bio bal kişand ku di qezayê da 101 kes mirin û wiha got:

“Em jî ji bo zêdeyî 100 kesî li nexweşxaneyê têkoşînê didin.

Me hemû hewldan kir û ez spasiya personelên tenduristiyê yên li seranserê welêt dikim.”

Li gor agahiyên despêkê li paytextê Sîerra Leoneyê Freetowna tankera sotemeniyê û wesayîteke din li hev qelibîn û 92 kes mirin.

Serokdewlet Bio 3 roj şîn ragiahndin

Ji bo bîranîna kesên di teqîna tankera sotemeniyê ya li Freetown de jiyana xwe ji dest dabûn, 72 saetan şîn hat ragihandin.

Serokdewlet Julius Maada Bio di daxuyaniya xwe ya ji bo televîzyona dewletê de diyar kir ku ji bo bîranîna kesên ku li herêma Wellington a rojhilatê Freetown di qezaya tankera sotemeniyê de jiyana xwe ji dest dane, ji îro pê ve li welêt 3 roj şîn hat îlankirin.

Bio diyar kir ku divê ev ji bo Sierra Leoneyan bibe kêliyek lêhûrbûnê û bang li rêberên olî kir ku ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane dua bikin.

Back to top button