Helîkoptereke cureya “Apache” ya artêşa Amerîkî li nêzîkî Tengava Hurmuzê ket xwarê.
Heta kêliya amadekirina nûçeyê sedema qezayê nehat zanîn.
Serokê Amerîka Trump diyar kir ku herdu Pîlot başin.
Rojnameya New York Times; ragihand ku helîkoptereke Apache ya leşkerî ya Amerîkî li nêzîkî Tengava Hurmuzê ketiye xwarê.
Hat ragihandin ku her du pîlotên di helîkopterê de hatine rizgarkirin.
Her wekî nayê zanîn ka helîkopter ji ber êrişên Îranê ketiye xwarê an jî ji ber pirsgirêkên teknîkî ye.
Lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Serokê DYA’yê Donald Trump jî derbarê bûyerê de bi rojnamevanan re axivî û got:
“Pîlot baş in. Belê, kes birîndar nebû. Em ê sibê raporekê belav bikin.”



