Di êrişên hewayî yên artêşa Îsraîlê de li dijî başûrê Lubnanê, herî kêm 14 kes hatin kuştin, zêdeyî 20 kes jî birîndar bûn.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê, sibeha Duşemê di êrişa hewayî ya Îsraîlê de li gundê Zifta yê herêma Nabatiyeyê 7 kes mirin.
Hate ragihandin ku di nava qurbaniyan de jin û zarokekî ji Sûriyeyê jî hebûn.
Di daxuyaniyê de hate gotin, di êrişê de 2 jê jin 8 kes jî birîndar bûn.
Di êrişa li ser bajarê Sûrê, 5 kes mirin, 8 kes jî birîndar bûn.
Li bajarokê Marwaniyeyê jî di êrişekê de yek jê zarok 2 kes mirin, 10 kes jî birîndar bûn.
D tevahiya rojê de bi giştî 14 kes mirin, zêdeyî 20 kes jî birîndar bûn.
Hîzbûllahê diyar kir ku; hêzên wan li hêzên Îsraîlê yên li başûrê Lubnanê xistine.
Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Israel Katz jî anî ziman ku
Operasyonên wan ên li hemberî Hîzbûllahê wê dewam bikin.
Artêşa Îsraîlê hişyariya valakirina bajarê sûr yê Libanê da
Li aliyekî din, Artêşa Îsraîlê hişyariya valakirina bajarê Sûr yê Libanê da.



