Dadgeha Bilind a Îranê cezayê darvekirinê yê du xwepêşandêran erê kir.
Rêxistina Efûya Navneteweyî jî bang li berpirsên Îranê kir ku demildest cezayê darvekirinê yê li ser girtiyên siyasî bide rawestandin.
Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê derbarê metirsiya darvekirina du xwepêşanderan ji aliyê rejîma Îranê ve bi raporekê hişyarî da.
Di raporê de hate diyarkirin ku du xwepêşanderên bi navê Elî Fetah Kemalî û Mihemed Neqîzade yên ku ji aliyê Dadgeha Bilind a Îranê ve cezayê darvekirinê li wan hatibû birîn,
Piştî erêkirina cezayên wan, ji girtîgeha Tehrana Mezin (Feşafûye) ji bo girtîgeha Qizilhesar a Keracê hatine veguhestin.
Hate destnîşankirin ku erêkirina cezayê darvekirinê yê her du xwepêşanderan di Dîwana Bilind a Îranê de, metirsiya bi cihanîna darvekirinê zêdetirkiriye.
Amnesty: Divê rejîma Îran darvekirina girtiyên siyasî rawestîne
Her wiha Rêxistina Efûya Navneteweyî, derbarê metirsiya bidarvekirina hejmarek girtiyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de daxuyaniyek belav kir û hişyarî da.
Di daxuyaniyê de hat gotin:
Em bang li berpirsên Îranê dikin ku cezayê darvekirinê yê li ser girtiyên siyasî, demildest rawestînin.
Hikûmeta Îranê ji destpêka şerê xwe yê li gel Amerîka û Îsraîlê ve, herî kêm 42 girtiyên siyasî bi darvekirine.



